Berdevka Wezareta Emerîkî ya derve Cinêver Bisakî daxuyaniyên Beşar Esed yên derbarî hevrêziyê di navbera Hêzên Hevpeyman û Rêjîma Esed de derew derxistin û got: “Me hişyarî da Rêjîma Beşar Esed li ser astengiyan li ber Firokên Emerîkî, û helwesta me bi bal wî de ji Tebaxa 2011an ve nehatiye guhertin, Esed rewaya xwe ji dest daye û gerek ji desthilatdariyê koç bike. ”
Bisakî bêtir got: “Em digel rêjîma Esed ya ko jîngrh li ber Daişê amade kir kar nakin” û tekez kir: “hîç Sûriyeke aram û ji tevaya sûriyan re di bin serpereştiya Esed de çê nabe.”
Ji aliyê xwe ve berdevkê wezareta berevaniya Emerîkî Con Kêrî got: “ne aşkere û ne veşartî em bi Rêjîma Esed re hevrêziyê û danûstandinê nakin.”
Wezîrê Birîtanî yê ji bo karûbarê Rojhilata Navîn û Efrîqya Tobiyasa îlûd got: “tu hevkarî bi Esed re nîn e” bêtir got: “ez dikarim tekez bikim ko tu hevkarî bi Esed re nîn e, em Firokên bê pîlot ji bo nîşankirina cih û pêzanînan li ser bargehên Daiş bikar tînin, û agahiyan didin hêzên hevpeymana ko ji 60 Dewletî pêk tê û em ê di evî karî de berdewam bin. Em pir zelal in derbaî lêdana rêkxistina Daişê ya ko Rêjîma Esed biwar li Sûriyê li ber vekir. ”
Jêder: Hevbendî+Acans