Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwa operasyonên êrîşkirinên rêbazkirî ku rejîma Esed li ser bajarê Dûma yê Xûta Şamê pêk tîne şermezar kirin, û di nerîna wî de ev ” Tawanên cengê ne, qirkirinek giştî ye, û tawanên dijî mirovahiyê ne”.
Bajarê Dûma ku niha derdora 400 Hezar welatî lê bicî dibin, ji berî heyvekê de ketiye ber helmeteke dijwar de, balefirên cengê yên rejîma Esed rojê nêzîk 150 êrîşên azmanî bi ser de dibirin, û bajar bi derdora 500 sarûx û bumbeyî bombebaran dikir, ev sarûx cûrbicûr bûn, valahî, sîwanî, û yên zorteqîn jî hebûn, bikaranîna dawî ji van sarûxan re di dawiya sala 2013an de li bajarê Hemûriya li gundewarê Şamê bû.
Çalakvaninan ji bajêr gotin ku êrîşan ziyan gihandin 60 avahiyên niştecihan, û du dibistan û hejmarek ji mizgeftan, di encamê de 120 şehîdên bi nav belgekirî ne, jiyana xwe ji dest dan, herweha bi sedan birîndar ketin.
Merwa destnîşan kir ku wêne û navên şehîdên ji Dûma tên, armanckirina taxên avahiyên sivîlan ne wargehên leşkerî tekez dikin. Û siyaseta sezakirina giştî ji berê de rejîma Esed li gelek deverên Sûrî ji destpêka şoreşa Sûrî bikar aniye.
Merwa got divê Civaka Navdewletî pirsiyariyên xwe bi awayekî tekûz derheqê sivîlan hilgire, zextê li rejîma Esed bike bo van kuştaran yekser rawestîne, xwestekên Encumena Ewlehiyê ku di daxuyaniya Cinêv de ne bicî bîne, û xwest ku wargehên Esed bi wargehên rêxistina Daişê re yên ku Hevpeymaniya Navdewletî wan li Sûrî armanc dike armanc bike .
Jêder: Hevbendî