Nûçegihanê me yê Efrînê ragihand ku Asayîşa Efrînê 10 girtî ji zindanên xwe serbest berdan, Piştî biryara lêbûrîna giştî ya ku rêveberiya PYD derxistibû, Di nav wan de herdû endamên Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya Siyamend Birîm û Beyazîd Mamo yên bi tawana pêkanîna teqînên li Efrînê berî zêdeyî sal û nîvekê rûdabûn hatibûn girtin.
Serkirdeyê di PDK-S de, Ebdilrehman Apo, ragihand ku îro roja duşemê demjimêr 9:30, du endamên wan yên girtî serbest hatin berdan, û got “hêjî girtiyên partiya me di zindanên PYDê de mane, wek Mehmûd Korîş û Lezgîn Berekat”.
Jêder: Hevbendî