Lêvegera Siyasî Ya Kurd li bajarê Qamişlo civata xwe ya îro 12 Sibatê, bi amadebûna 32 endaman bi dawî kir, û sîstema bingehîn ji Lêvegerê re danî.
Sma´îl Hemê endamê Lêvegerê ji mere diyar kir ku “piraniya goftûgoyan di civatê de li ser sîstema navxweyî bû ya ji hêla komîtekê ji 9 endaman hatibû amadekirin”
Her wiha Hemê da zanîn ku nerîna desteya bilind ya ku 2012an hatbû damezrandin hat pesendkirin weke bingihekê ji sîstema lêvegerê re, û goftûgoyên li ser xala leşkerî û rêvebiriyê hatin paşxistin ta civata bê ya dema wê di 19ê vê heyvê de hate destnîşankirin.
Lêvegerê nerîna xwe ji bo dewleta Sûrî ya bê da , ew jî Sûryeke demuqrat, berlemanî , fireh alî û hevgirtî, danpêdana mafê netewa kurd di destûra wê de li gor belge û peymanên navdewletî bê çesipandin.
Jêder : Hevbendî