Hêzên rêjîma Esed doh êrîşên xwe li dijî Kampa Xan Elşîh ya penaberên Filestînî li gundewarê Şamê zêdetir kirin, û ew bi 35 bermîlên teqîner û deh mûşekan amanc kir.
Çalakvanên li Muxeyem tekez kirin ko kirdeyên leşkerî yên ko rêjîma Esed pê radibe, bersiv e ji xelkê re, yên ko daxwaza wî ya çolkirina malan red kirin, û malên xwe bernedan. Û diyar kirin ko rêjîmê şandek berî çend rojan şandibû Xan Elşîh, û Şandê daxwaza koçberbûna ber bi Dera û Idlibê ji xelkên bajêr kir, yan jî wê Muxeyem bi bermîlên teqîner bombebaran bibe.
Endamê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî Mihemed Coce, di demeke berê de, berpirsiyarî dabû ser milê civaka navdewletî ko bi helwestên temaşevaniyê li operasiyonên koçberkirina kotekî û guherandina dîmugrafî yên ko rêjîma Esed û hevalbendên wê pê radibin dinerin, bê ko li himber van tawankariyên rêjîma Esed û Rûsya û Îranê çi tiştî bikin.
Çalakvanan anîn ziman ko ji nav wan bermîlên teqîner yên ko taxa ava amanc kirine, pênc bi heybera napalmê dagirtî bûn. Zeviyên navbera bajarokê Dêr Xebiye û Xan Elşîh amac kirin, digel êrîşên asmanî bi firokên cengê li ser herêmê, û bêtir ji 20 mûşekên erd-erd, û hewldana ko li derdorê Muxeyem pêşve biçin.
Bêtir ji 12hezar penaberên Filestînî li Muxeyem Xan Elşîh hene, tevlî 4 hezar koçberên herêmên derdorê, sê hezar zarok di nav wan de hene, û hêzên rêjîmê ew ji 40 rojî ve dorpêç kirine, û rojane Muxeyem bi 20 bermîlên teqîner û dehên mûşekan tête bombebarankirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî