Rijnamevanê Sûrî Hadî Elebdulah, xelata azadiya rojnamevaniyê ya îsal wergirt, ya tête dan ji aliyê navdartirîn rêxistina bergiriya mafên rojnamevanan “Peyamnêrên Bêsînor”, ku berî salekê rojnamevana Sûrî Zêna Arhem ya kar li bajarê Helebê dikir xelata wê wergirt, û niha Heleb rastî wêrankariyek pîlankirî dibe li ser destê rijêma Esed û hevalvendên wê.
Ji aliyê xwe ve, nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya Elebdulah kir û hêviya serkeftin û pêşketinê jê re kir, di belavkirina azadiya rojnamevanî û raderbirînê de.
Herwiha nivîsîngeha ragihandinê destxweşî li karê Elebdulah kir, yê jiyana xwe di ber de dixe bin metirsiyê de, ji bo belgekirin û dîkomîntkirina tawankariyên rijêma Esed û hevalvendên wê, û dît ku ev kar ne kêmî karê şoreşgerên li ser aniyên şer e, li dijî zilm û destdirêjiya Rijêmê û ji bo rizgarkirina gel û welat ji bindestiyê.
Elebdulah li taxên rizgarkirî kar dike, û rabûye bi dîkomîntkirina bi dehan tawan û binpêkirinên rijêma Esed û Rûsiya û milîsên mezhebperist yên palpiştên Îranê.
Elebdulah li ser malpera xwe ya”Twitter”ê, bi helkefta wergirtina xelatê nivîsand, ku ew xelata xwe dike diyarî bo “Xalid Elîsa û Tirad Elzihûrî û Basil Şehadê û Wesîm Eledil û Şamil Elehmed, û bo xwîna şehîdan û herkesê kamîra xwe hildigire bo şer û berxwedana li Sûriyê”.
Elebdulah yê jidayîkbûyê bajarê Himusê sala 1987an e, yê ku navê wî bi şoreşa Sûriyê ve hatiye girêdan, tekez kir ku ew xelata xwe dike diyarî bo “her girtîyekî xweragir di girtîgehên Esed de, û bo herkesê kar dike bo ronahiyê têxe di şeva me ya tarî de, bo wan kesên bi kêrên dagîrkeran hatin serjêkirin û bo dayîk û bavê xwe û bo xêzana xwe”, û dît serkeftina herî mezin, ne bi xelatekê ye, û ligor axaftina wî ev xelat ji bo”serkeftina şoreşa mezin e, û ji bo man û xweragiriya li ser heman rê û biryaran e”.
Di daxuyaniya tora “Peyamnêrên Bêsînor” de hat ku Elebdulah “herdem jiyana xwe têxe di metirsiyê de, li deverinan ku ti rojnamevanê biyanî nikare biçê de”ji bo ji nêzîk ve dûvçûna bûyeran li navçeyên têne bombebarankirin ji aliyê hêzên Esed û firokên Rûsiya û milîsên hevalvendên wan bike”.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got ku Elebdulah “gelek caran rastî mirinê hatiye, û bi giranî hatiye birîndarkirin, di dema ku wênegirê wî Xalid Elîsa bi bombeyeke destçêkirî hate kuştin di heman xaniyê wan ê hevbeş de”.
Jêder: Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê