Serokê Desthilata Sûrî Ya Demkî Cewad Ebû Heteb, tekezî li ser berdewamiya karê Deshilatê kir di damezirandina Fermanberiyan û senterên Polîsan û Dadgehan de û başkirina xizmetkariyan ji bo xelkên li herêmên rizgarkirî.
Ev helwest doh hatin dan di civîna digel nûnerên bajarê Ezaz, Marih, Cerabilus, Til Rif’et û nûnerên herêmên din yên hazir bûne, hem jî nûnerên navendên Berevaniya Sivîl yên bajarê Ezazê. Û Ebû Heteb nerîna Desthilata Sûrî Ya Demkî ji bo paşeroja herêmên rizgarkirî û pirojeyên ko pê radibe şirove kir.
Serokê Encûmena xwecihî ya Ezazê Mihemed Hac Elî got: “me guh da desthilatê çimkî wê ji bajarê Ezazê dest pê bike, û dê bargeheke demkî veke û nivîsgehên xwe li herêmine din veke”.
Ebû Heteb destnîşan kir ko ew dixwazin bi şêweyekî berfireh nivîsgehên wan li Marih û Dabiq û hemû herêmên rizgarkirî hebin.
Civîn li ser rewşa fêrkirinê û ya zankoyan û bijîşkan û polîs û dadweriyê axivî, hem jî li ser danîna nerîna desthilatê piştî sed rojî ji destpêkirina karê wê, û nixandina karê wê yê bûrî.
Her wiha vekirina peymangehên bijîşkî û şaxên kolîcan li hemû herêmên ko bêne rizgarkirin tekez kir. bal kêşand ser karê wezaretan û yê karmendan li herêmên Sûriyê yên têvel yên rizgarkirî, û li ser pêşwazîkirina mêvanan û hevrêzkarî û peywendiya bi derve re.
Û çend xwendekarên ko ji xwendina xwe mane daxwaza berdewamkirina xwendina xwe kirin, û serokê desthilatê soz da ku wê li daxwaza wan binêre.
Tîma desthilatê gereke meydanî kir, li ser çend dezgehan wek ya Bezaz û Zindanê, û rewşa girtiyan û cîbicîkirina yasayê şopandin, her wiha seredana zankoya Şam ya navdewletî kirin.
Serokê desthilatê diyar kir ko ew li ser cêwîkirina navbera Zankoya Şam Ya Navdewletî û zankoyên desthilata Sûrî ya demkî kar dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî