Encûmena xwecihî ya Zebedanê tekez kir ku bajar di salekê de rastî sêyemîn rewşa jinêzamirinê dibe, piştî nemana kelupelên xwarinê yên bi rêka NY di 25/9/2016 an hatine derbaskirin de.
Encûmena xwecihî di daxuyaniyekê de bal kişand ku bi tenê “hin giya û pelgên daran mana ji bo sivîlan û ew jî wê xilas bibin bi hatina zivistanê”.
Û ev du sal in bajarê Zebedanê ji aliyê çeteyên Hizibulah ve bi dijwarî hatiye dorpêçkirin, û rê li pêş hatinuçûna sivîlan digire, tevî qedexekirina derbaskirina alîkariyên mirovî yên tên şandina ji aliyê NY ve.
Encûmenê bal kişand ku xelkê dorpêçkirî li ber keva jinêzamirinê ne, û tekez kir ku “tunebûna xwarinê wê bibe sedema mirinê û nexweşiyên ku şiyanên pizîşkî û yên hawarhatinê yên berdest nema karibin kontrol bikin, eger xwarin derbas nebe “.
Ku sala bûrî û bi sedema birçîbûn û dorpêçkirinê, nêzîkî 60 kesî li bajarê Medaya yê dirawsê Zebedanê şehîd ketin û piraniya wan zarok bûn.
Encûmena xwecihî daxwaza xistina fişaran li ser milîsên Hizibulaha terorîst û hêzên rijêmê ji NY û aliyên pêwendîdar kir, ku radibin bi dorpêçkirina bajêr û rê li pêş derbasbûna kerasteyên xwarinê bo xelkê dorpêçkirî digirin, û got ku qedexekirina derbaskirina alîkariyan wê bibe sedema “bobelatekê ku piştî wê kesek nikare rê li pêşiya mirinê bigire”.
Jêder: Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê