Tevlî ku nêzî du heyvan di ser vekirina dibistanan re li sûryê derbas bûye, lê piraniya zarokên kurdan yên ku gerek niha xwendevanên qonaxa seretayî bana li dibistanên xwe, li malan bê xwendin mane, ji ber guhertina pirogramên xwendinê ji pola 1ê ta ya 6an, ji hêla PYD ve, û ev bû cihê nerazîbûna welatiyan û nema hiştin zarokên wan herin dibistanên PYD li gor gotinên wan.
M.Şêxmûs jinek ji bajarê Amûdê ye, ji me re got: “kurê min di pola pêncan de ye û keça min pola yekê ye, min got ji bo li kolanan nemînin bela fêrî zimanê kurdî bibin, lê mixabin waneyên wan tev çewt in û fikrê xwe yî partitî nîşanî zarokan didin, lewra min nema zarokên xwe şandin dibistanê, eger riyek koçberiyê heba emê ji bo ayindeya zarokên xwe koçber bibana”.
Fatma Salih mamosta matmatîkê ye, ji mere diyar kir ku “destpêka sala xwendinê gelek civîn di navbera saziya perwerdehiyê ya sûrî û PYD de çêbûn, da ku 11 demjimêr di dibistanan de di qonaxa seretayî de bo zimanê kurdî hebin, lê PYD qebûl nekir, lewma niha mamoste diçin dibistanin din ji bo imzekirinê da ku mûçeyê wan qut nebe”.
Her wiha di qonaxa navencî de jî, pola 7ê û 8ê û 9ê, PYD 5 demjimêr di heftiyê de birine û rêbazên xwe têde didin.
Li ser karînên perwerdehî û zanistî yên mamosteyên ku rêbazan bi kurdî didin, Salih got: “tenê 3 heyvan kadirê wan ziman xwendine , ne kesin pispor in, evjî bandoreke neyinî li şagirtan dike, bi taybetî yên biçûk di qonaxa seretayî de, ji bilî ku pirogramên wan idyolojîkkirî ne. Jêder: Hevbendî