Toreyeke Mafnasiyê wêneyin ji hindirê taxên bajarê Dêra Zorê yên dorpêçkirî guhastin, di wan de rewşên mirovî yên çetîn û derdên sivîlan diyar dikin, ew derdên bi sedema nebûna xwarinê li bazaran û kêmbûna sûtemeniyê ji ber dorpêça du taq ji hêla rêjîmê û DAIŞê ve.
Toreya Dêra Zorê 24 derdê sivîlan diyar kirine, bi wêneyine nû girtine û weşandine ji taxên (Elcûre û Elqisûr) re, yên ko ketine ber du dorpêçkirinan ji hêla rêjîmê û ya DAIŞ, û kehrebe û av jî nîn e û heyberên bingehîn û sûtemenî û yên paqijkirina avê nîn in.
Wêne diyar dikin ko sivîl kêm diçin kirînê ji ber nirxê heyberan yê buha ko gihane astekê pir bilind û nikarin ji vê sedemê bikirin.
Sivîlên taxên (Elcûre û Elqisûr) ko hejmara wan digihê 225hezaran, piraniya wan jin û zarok in, ji 15 çilê paşî sala 2015an ve dorpêçkirî ne, digel bombebaranê ji hêla rêkxistina DAIŞ ji taxên niştecihan re bi guleyên Hawinan, û bi vê egerê rewşên mirovî têkçûn û di encamê de bi dehan sivîl tev jin û zarokan têkçûne.
Jêder: Hevbendî