Dewleta Qeter pirojeyê biryarekê ji Komeleya Giştî Ya Netewên yekbûyî re pêşkêş kiriye, der barê mafên mirovan li Sûriyê, bi armanca şermezarkirina tawanên cengê û yên dijî mirovan, û sizakirina berpirsên di ber wan de.
Û nûnera herdemî ya dewleta Qeterê li NY, Alya Ahmed Bin Sêf Al Sanî, di daxuyaniyeke xwe de got ku pirojeyê biryarê bi armanca çareserkirina binpêkirinên metirsîdar e ji mafên mirovan û yasaya navdewletî re li Sûriyê ye, ji ber ku rewşa mafê mirovan herûher xerabtir dibe, û tekez kir ku divê kuştina bêserûber û armanckirina pîlankirî ji sivîlan re, wek binpêkirinekê ji yasaya navdewletî ya mirovî re şermezar bibe.
Û bal kişand ku Pirojeyê Biryarê tirsa xwe ya mezin derbarê tudûtûjiya li Sûriyê û hejmara penaber û qurbaniyan tîne ziman, her weha binpêkirinên metirsîar ji mafê mirovan û yasaya navdewletî re, nemaze bikaranîna çekên giran û bombebarana asîmanî û avêtina bermîlên teqîner û birçîkirina sivîlan ji hêla rêjîma Esed ve.
Û amaje bi babetên têkista piroje kir, der barê tundûtûjiya cinsî û binpêkirinên dijî zarokan, binçavkirin û bêserûşûnkirina xelkê û eşkenceyê û nehêlana derbasbûna alîkariyên mirovî û mijara cudakirina di navdera armancên sivîl û yên leşkerî de, û bal kişand ser sizakirinê derbarê binpêkirinên yasaya navdewletî yên li Sûriyê dibin.
Her weha piroje behsa tundrewî û terorîstiyê jî dike, û hemî kiryarên terorîstî û binpêkirinên yasaya navdewletî ji her aliyan şermezar dike, bi taybetî binpêkirinên dAIŞ û milîtanên ku li aliyê Rêjîmê şer dikin, û komekên terorîst yên bi Qaîdê ve girêdatyî ne û ji bilî wan jî, ji komeleyên ji komekên tundrew .
Jêder: Hevbendî