Çalakvanên mafnas ragihandin ku windakirina kotekî, girtinên bêseruber û girtina ser malan ji aliyê amûrên ewlekarî yên rijêma Esed û milîsên ku bi wê re hevkariyê dikin, ne tenê siyasetmedaran an beşekî taybet ji civakê armannc kirine, lêbelê zordariya amûrên ewlekariyê tevaya beşên civaka Sûrî dane ber xwe.
Û Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê di rapora xwe ya dawîn a derbarê windakiriyên bi darê zorê de, got ku hêzên ewlekarî yên rijêma Esed hîn di girtina bijîşkê filistînî Îmad Eldîn Seîd ji berî deh salan de berdewam in.
Û Giropê got ku “Seîd” di sala 2012an de ji mala wî ya li kampa Husêyniyê ya penaberên Filistînî li gundewarê Şamê hatibû girtin, û ji dema girtina wî de heta niha ti agahî derbarê çarenivîs û cihê binçavkirina wî tune ne, û “Seîd” derçûyê Zanîngeha Şamê bû, û di sala 1987 de ji dayîk bûye.
Û Girûpê bal kişand ser ku gelek peyam û agahî derbarê girtiyên Filistînî ji wan re tên, û ew agahiyên ku li pey hev li ser girtiyên filistînî yên di girtîgehên rijêma Esed de werdigirin û belge dikin, tevî zehmetiyên belgekirinê, ji ber ku şaxên ewlekariyê di dîyarnekirina çarenivîsa girtiyan û veşartina navên wan û cihên wan de berdewam in.
Û Giropê amaje bi wê yekê kir ku wê karibû bêhtir ji 2000 girtiyên Filestînî yên di girtîgehên rijêma Esed de belge bike, (100) ji wan jin in, û zarok jî di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî