Doh duşembê ezmûneyên bawernameya fêrkirina bingehîn û ya amadekarî bi dawî bûn, û operasiyona nirxandina bersivên xwendevanên qonaxa bingehîn dest pê kir, li herêmên ko wezareta prwerde û fêrkirinê ya desthilata Sûrî ya demkî çavdêriya wan dikir.
Li gora ko jêderên karta fêrkirinê ji acansa “Simart” re ragihandine.
Ezmûneyên bawernameya fêrkirina bingehîn û ya amadeyî di 24 heyva gulana borî dest pê kirine, wezareta perwerdeyê 336 navendên ezmûneyan li neh parêzgehên Sûriyê û li herêmine li dewletên cîran vekiribûn, hejmara xwendekarên ketin ezmûnê 36 hezar bûn ji bo herdu bawernameyan.
Serokê navenda ezmûneyan yê komgeha perwerdeyê li gundê Etma (50 km bakurê Idlibê) Husam Kilawî di hevdîtinekê de digel acansa Simart got, 12145 xwendekar ezmûneyên herdu bawernameyan li parêzgeha Idlib bidawî kirin.
Ezmûneyên bawernameya fêrkirina bingehîn û bawernameya amadekarî ya şaxê toreyî berî du rojan bidawî bûn û ya şaxê zanistî doh.
Ji aliyê xwe ve birêveberê navenda nirxandina bersivên ezmûneyan li Idlibê (Ebû Humam) got ku wan dest bi lênerîna kaxezên ezmûneyên bawernameya fêrkirina bingehîn kiriye, û “birêveberiya perwerdeya azad” li Idlibê du navendên lênerînê yek li Idlib bi xwe û ya dî li Meeret Elnuman vekirine.
Ebû Humam bêtir got ko 200 mamosteyên nirxandina bersivan li navendên Idlib bi tenê; li ser komîtan dabeş bûne, rojê heşt demjimêran kar dikin.
Desthilata Sûrî ya demkî kar dike ji bo piştgiriya Ewropî ji pirojeyên nû re yên taybetî operasiyona perwerde û fêrkirinê bidest bixe, ew jî li nêv beraberiyên mezin û ya herî xuya bombebarana berdewam ji hêla firokên rêjîmê û Rûsya ye.
Sala xwendinê ya borî bêtir ji carekê dewam rawestiya ji bo jiyana xwendekaran bête parastin ji ber ko bombebaranê cihên niştecih lê kom dibin armanc dikirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî