Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed tekez dike ko giring e rêjîma Beşar û peyayên wê yên ko tawankariyên cengê derderheqê miletê Sûrî de kirine siza bibin, giringtirînên wan tawankariyan yên di wan de çekên kîmawî bi awayekî bêserûber li dijî sivîlan bikar anîne.
Di beşdarbûna wî de di kongirê “Singafûra Yê Navdewletî Yê Heştem, yê ji bo parastina li dijî heyberên jehrînî” yê ko roja sêşembê destpê kir û roja pêncşembê bidawî dibe Fehed got ku civaka navdewletî hestê sincî û mirovantî winda kieiye, çimkî beraber tawankariyên rêjîmê yên berdewam, piştguhkirina derdê miletê Sûrî dike.
Encamên komîta vekolîna hevbeş tekez kirin ko rêjîmê û rêkxistina Daişê çekên kîmawî li Sûriyê bikar anîne, û Rûsya û Çînê pirojeyê biryarê li Encûmena Ewlekariyê ya ji bo sizakirina rêjîmê red kirin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko qurbaniyên êrîşên rêjîmê bi çekên kîmawî 1491 kes in, û destnîşan kir ko êrîşên kîmawî 15hezar kes piraniya wan jin û zarok birîndar kirine.
Fehed destnîşan kir ko navendên bijîşkî ne amade ne û derman û alav li wan nîn in ko pêşwaziya van nexweşan bikin, û bi taybetî ji ber amanckirina rêbazkirî ji hêla firokên rêjîmê û Rûsya ji nexweşxanan re, û vê yekê hişt ko hejmara miriyan di nav birîndarên êrîşên kîmawî de pirtir bibe.
Fehed bal kêşand ser ko êrîşên rêjîmê yên kîmawî li ser herêmên ko şoreşger kontrol dikin in, û herêmên ko di kontrola rêkxistinên tirorist de ne li gora listeya Netewên Yekbûyî amanc nekirine.
Û Yekîtiya Ewropî siza daye ser çar berpirsiyarên leşkerî yên rêjîma Beşar bi tawana ko Çekên Kîmawî li dijî sivîlan li Sûriyê bikar anîne.
Li gora pêzanînên taybet Ehmed Bilûl û Sacî Derwêş û Mihemed Ibrahîm û Bedî’h Mi’ela derbasbûna dewletên Yekîtiyê li wan qedexe bûye û nikarin bigihên çi hisabên xwe yên Bankî yên hindirê Yekîtiyê an yên Yekîtiyê li derve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî