Tabûrên şoreşgeran karîn çend pêgehên strartîjîk li nêzîk riya Hema – Miherdê kontrol bikin, û riya pêgihandinê ya ber gundewarê bakur li ser hêzên Rijêmê bigirin.
Û îro roja çarşemê fermandarê artêşa Eli’za got ku tabûrên şoreşger herdu gundên Şêr û Tisobîn û girê Sifûh yên nêzîkî riya Hema – Miheredê yên di navbera gundewarê bakur û gundê Elmecdel de bi timamî kontrol kirin, tevî kontrolkirina Daret Bîco û hin deverên din, piştî ragihandina şerekî ji aliyê artêşa Eli’za bi armanca lêdana çeperên Rijêmê li gundewarê bakur.
Fermandarê leşkerî diyar kir ku gelek ziyan li hêzên Rijêmê bûne û bi dehan hatine kuştin û çend tank û zerîpoş hatine têkbirin ku hêzên Rijêmê ji bo bombebarankirina gund û bajarokên gundewarê bakur bikar tanîn.
Herwiha Rijêmê zalgeha xwe li ser bajarê Soran û bajarokê Xetab bi yekcarî jidest da, û desteya rizgarkirina Şamê piştî ragihandina şerekî din duhî roja sêşemê, têkbirina zêdetir ji 5 rêbend û xalên hêzên Bişar li gundewarê Hema yê bakur ragihand, tevî kontrolkirina cebexaneya Xetab û hin navçeyên li derdora wê.
Li aliyek din çalakvanên Şamê gotin ku tabûrên şoreşger duhî li roja sêşemê dubare navçeya pîşesazî û geraca Ele’basîn bi timamî standin, û piştî kontrolkirina çend xalan li derdora taxa Qabûn û Cober dubare dorpêçkirina li ser taxa Qabûn têkşikandin û diyar kirin ku zêdetir ji 30 serbazên hêzên Rijêmê û milîtanên mezhebperist yên Îranê hatin kuştin di şer û pevçûnên paytextê de.
Û hêzên “Şehîd Ehmed Ele’bido” îro kontrolkirina “duriyana Elmehsa” li navçeya Qelemûn li rojhilatê Şamê ragihand, piştî derxistina çeteyên rêxistina DAIŞ ya terorîst, û destpêkirina qonaxa duwê ji şerê “Serecna Elciyad” ya ji bo derxistina rêxistina DAIŞ ji navçeyê dest pê kir.
Hêjayê gotinê ye ku şer li navçeya “çiyayê Elhimad” li Qelemon ji aliyê çend tabûrên şoreşger hatibû ragihandin, û têde karîn zincîra çiya û deşta Elefa’hî li navçeya Qelemûn û navçeyên “bîr û zeviya Midad û bîra Zibêda û Elmenqora” û hin navçeyên din ji dest rêxistina DAIŞ ya terorîst rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî