Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, Ebdilîlah Fehed, got ko Hevbendiyê li jêr benda “Hevgirtin ji bo Aştiyê” pirojeyê biryarekê amade kiriye ji bo pêşkêşkirina wî ji Endamên Netewên Yekbûyî re ji derveyî çarçoveya Encûmena Ewlekariyê.
Fehed destnîşan kir ko wê nûnerê Hevbendiyê yê li Netewên Yekbûyî Necîb Elxedban, dosya piroje bi dest bide hemû Endamên NY û wezîrên derve yên wan dewletan. Di heman demê de destnîşan kir ko ew hevrêzkariyê bi “Desteya Bala ya Danûstandinan” re dikin da alavên karên hevbeş bi hevalên Gelê Sûrî re bêtir bicih bikin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê ji Rojnama Elşerq Elewset re, di hejmara roja Çarşembê de, anî ziman ko “Tîmek heye ji bo daraştina pirojê kar dike, û îro wê piroje bidawî bibe, û ew pirojeyekî pêşniyazî ye, ne name an daxuyanî ye û ne tenê ji bo Koma hevalên Sûriyê ye. ”
Desteya Siyasî doh civîneke awarte lidar xist dako derfetên çareseriya siyasî û leşkerî gotûbêj bike, piştî ko Rûsya cara pêncem pirojeyê biryareke hevbeş têk bir, pirojeyê ko Firensa û Ispanya ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kir, dako sînorek ji tunûtûjiya li tevaya Sûriyê re bête danîn.
Fehed bal kêşand ser ko bizav ji bo têkiliyê bi koma hevalên gelê Sûriyê re hene, ji bo pêkanîna “Lobiyekî” tako biryara “Hevgirtin bo Aştiyê” li jêr banê Netewên Yekbûyî cihê xwe bibîne.
Hem tekez kir ko pêdivî bi afirandina alavine bikêrhatîtir ji bo têkilî û hevrêzkarî digel dewletên heval û Civaka Navdewletî bi giştî hebe, da piştigiriya vê pêşinyarê bikin, û digel hev bigihên planeke kar ko serkeftina wê li pêşberî bizava Rûsya û Milîtan û hevalbendên Esed dabîn bikin.
Jêder: Hevbendî