Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdililah Fehed, got ko Rêjîma Esed û Rûsya hemû derfetên çareseriya siyasî li Sûriyê têk dibin. û got ko êrîşa wan ya leşkerî li ser bajarê Helebê tawankariyeke cengê ye, ew jî dikeve nav tawankariyên ko li ser dirêjahiya pênc salên derbasbûyî dibin.
Di daxuyaniyekê de îro Înê Fehed doz li Civaka Navdewletî kir ko biberpirsiyariyên xwe der barê parastina sivîlan rabin, û sînorekî ji binpêkirinên Esed û Rûsya ji biryarên navdewletî re deynin.
Wezîrê derve yê Firensa Mark Îrolt û yê Birîtanî Borîs Conson di kongirekî Rojnamevanî de doh li Parîsê, ko piştî Civîneke girtî li Avahiya Wezareta Derve ya Firensî çêbû, destnîşan kir ku ne mumkin e danûstandinên Cinêvê berdewam bibin, û bi taybetî di rewşa Helebê ya nuha de. Hem jî herdu Wezîran doz li Rêjîma Esed û Hevalbendên wê kirin ko dorpêça li ser Helebê yekser bidawî bikin.
Di daxuyaniyeke hevbeş ya di nav Nûnerîtiya bala ya Ewlekarî, û Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropî de, Yekîtiya Ewropî daxwaz ji Fîdrîka Mogîrînî û şanderê Ewropî yê ko karûbarê alîkariyên mirovî pê hatiye spartin Kirîstover Staylandîs kir ko “aramiyeke Mirovî li taxên Helebê yên rizgarbûyî piştî ko ketine ber dorpêçê pêk bê ”
Herdu berpirsiyarên Ewropî dibînin ko bikaranîna birçîkirinê li dijî sivîlan wekû çekekî cengê, dijberî yasaya navdewletî ye. Di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ko “di biwarê de pêdiviya me bi rakirina dorpêçê heye, û derbaskirina alîkariyên mirovî ji hemû herêmên Sûriyê re, û ew dibe pêngavek li ser rêka çareseriyeke durist.”
Rêkxistina Hiyûmen Rayits Wotş, di daxuyaniyekê de doh Rêjîma Esed û Rûsya tohmetbar kirin bi “bikaranîna çekên Goşî yên ko ji hêla navdewletî qedexekirî ne, li dijî sivîlên Sûriyê, û di encamê de bi dehan ji wan ji du mehan ve hatine kuştin”.
Rêkxistinê 47 êrîşên bi çekên goşî belgeh kirine, di encamê de bi dehan sivîl li herêmên rizgarbûyî li sê parêzgehan (nav negotine) ji 27 gulana 2016an de kuştî û birîndar ketine” lê Rêkxistin dibîne ko hejmara êrîşan bi wan çekan ji wilo bêtir e”.
Rêkxistina navdewletî bal kişand ser ko” wê bikaranîna 13 cûreyên çekên goşî li Sûriyê belgeh kirine”.
Jêder: Hevbendî+Acans