Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ehmed Remedan got ku “tu kerîdorên wek kerîdorên mirovî li Helebê tunene, û kerîdorên ku Rûs behsa wan dikin xelkên Helebê navê kerîdorên mirinê li wan kirine”.
Û Remedan di daxuyaniyeke xwe de ji “Firans Pirês” re doh got ku Rikberiya Sûriyê dibîne ku “ragihandina Rûsî tewaneke cengê ye û dijî mirovahiyê ye”, û amaje ” bi pilananekê kir ku balafirên Rûsî û pasvanên şoreşgerî yên Îranê têde beşdar in ji bo koçberkirina xelkê ji bajarê wan”.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî dît ku tiştê li Helebê dibe” wêrankirinek bi temamî û rêbazkirî ji bajêr re ye, bi ser nişteciyên wî de çi sivîl bin û çi jî şervan bin”.
Û ji hêla xwe ve wezareta karûbarê derve ya Amerîkî doh amaje kir ku ragihandina Rûsiya der barê kerîdorên mirovahî wek daxwazkirina xwe-teslîmkirinê ye ji fesîleyên artêşa azad re, û koçberkirina bi kotekî ji sivîlan re ye”, û weha jî got ” çi êrîşên ku Rûsya û rêjîma Esed dikin wê nakok bin bi giyan û nivîsa biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 re, her weha bi têgîhiştinên me û Rûsan re jî”.
Û wezareta karûbarê derve ya Amerîkî bi xurtî tekez kir ku divê Rûsya û Rêjîm pabend bin bi piransîba bingehîn ya ku rêkeftin li ser bûye û têde hatiye ku , Netewên Yekbûyî ew e ya wê alîkariyên lazim ji deverên dorpêçkirî re destnîşan bike, ji bo sivikkirina derdeseriyên van navçeyan, û rêjîma Esed û Rûsya tuhmetbar kirin bi keysanîna ji dabînkirina xwarinê û heyberên hawarçûnê, û bikaranîna wan wek handanekê ji bo destberdana ji bajêr ji bercewendiya Rêjîmê re.
Jêder: Hevbendî + Acans