Firansa xelata Tîpa Rûmetê ji Rif’et Esed dikşîne piştî çar salan ji kişandina heman xelatê ji Serokê rijêmê Beşar Esed.
Û ev pêngava kişandina xelata bilind ji Rif’et Esed yaku bilindtirîn xelatkirina fermî ye li Firana ya ku bo kasayetên dîrokî tête pêşkêşkirin, ji ber hejmarek ji sedeman hate kişandin jê: destkeftên neyasayî, û pêkanîna binpêkirinan dermafê sivîlan.
Û pirosesa kişandina xelatê piştî heyvekê ji biryara Dadgeha Bilind a Fransî yaku cezayê 4 sal zîndankirin daye Rif’et Esed bi tawanbariya şuştina pereyên çeteyên sîstematîk û desteserkirina diravên giştî yên Sûriyê û reva ji bacê.
Tê zanîn ku rêxistina “Şîrpa” ya Fransî, yaku berevaniya mafên qurbaniyên tawanên aborî dike, di cotmeha 2021ê de ji Serokê Firansa Emmanuel Macron daxwaza kişandina madalyaya tîpa Rûmetê ji Rif’et Esed kir, piştî ku ji Firansa reviya Sûriyê, daku neyê zîndankirin, piştî ku biryara girtina wî ji aliyê dadgehê ve derketiye.
Û berê jî Firensa heman madalya ji Beşar Esed kişandibû, ya ku di sala 2001ê de dabû wî, piştî beşdarbûna Firansa li gel Amerîka û Brîtanya di êrîşeke serbazî li ser Sûriyê, di 14ê Nîsana 2018an de, bi armanca sizakirina rijêma Esed piştî êrîşa wê ya bi gaza jehrê li ser Dûmayê.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextî li ser giringiya wê yekê kir ku ev pêngav bi gavin din bên berdewamkirin ji bo vegerandina pereyên ku ji gelê Sûriyê hatine dizîn, û wan pereyên ku bi dirêjiya dehên salan ji desthilatdariya malbata Esed bistînin û li xwediyê maf ku gelê Sûriyê ye vegerînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî