Îro Pêncşembê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê digel Balyozê Firensî libal Opozisyona Sûrî Firank Cîlê li ser daxwaza Balyoz civiya. Cîlê got: “Welatê wî erê dike li ser çêkirina herêmeke aram li Bakurê Sûriyê” her wiha got ewî li dîtina Tirkiyê di avakirina ewan Herêman de û mîkanîzmên cîbicîkirina wan guhdarî kir, û ew herêm tên pêkhatin, û destnîşan kir ko Firensa dê digel Emerîka xalên dumahîkê yên vî pirojeyî gotûbêj bike.
Herdu aliyan giringiya çêkirina Herêma aram ji bo sivîlan ji bombebarana bitewşî biparêze û wan ji şer bêalî bike gengeşe kirin. Ev mijar jî dê koçkirina Penaberan bibal Ewropa ve rawestîne. Her wiha wê Artêşa Azad xurt bike da şerê Esed bike û rêkxistina Daiş a tirorist têk bibe.
Cîlê gengeşeyên civînên li ser asta serok û wezîran di derbarê mijara Sûriyê de li Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî ya rola wê ya dawî şirove kirin. Hem hevdîtina xwe ya ligel Stîvan Dî Mistora û rewşa dawî ya dagîrkirina Rûsya ji Sûriyê re anî ziman.
Endamên Desteya Siyasî li ser yekrêzkirina aliyan û helwesta hevbeş bi Alayên şoreşger yên leşkerî re ji bo berdana dagîrkerên Îranî û Rûsî tekez kir. Û nerînên derbarê yekbûna dîtinan û danîna istiratîciyeke hevbeş û bi taybetî tiştên bi mijara pêşxeriyên navdewletî ko ji bo çareseriya siyasî hatin pêşkêşkirin.
Her wiha serokê Firensa Firensiwa Holand doh Çarşembê di gotarekê de li pêşiya Cîgirên Ewropî li bajarê Stratisborg li Rojhilatê Firensa hişyarî da eger Ewropa nelive dê “cengeke giştî” li Sûriyê çêbibe.
Holand got: “divê em digel ewan kesên karîn li rex wan heye paşerojeke siyasî ava bikin di Sûriyê de bê Esed û Rêkxistina Daiş”
Jêder: Hevbendî