Helîkopterên Esed roja Sêşemê li Gundê Xensa yê nêzîkî bajarokê Til Hemîs li Gundewarê Qamişlo yê Başûr kuştareke mezin pêk anîn, piştî ko sûka “Teyma” ya ko tije Sivîl in bombebaran kir, di encamê de bêtir ji 75 Şehîdan ketin û 100 Birîndar bûn, li gora ko Çalakvanên bajêr ragihandin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tawankarî protesto kir û texmîn dike ko Civaka Navdewletî helwesteke nû û tund û vebir bigire û bêdengiya dirêj têk bibe.
Herweha Elxoce doz li civaka Navdewletî kir ji bo ferizkirina Herêmên hêmin û aram li Bakur û Başûrê Sûriyê, û pêşkêşkirina piştgiriyê bo Artêşa Azad bi rahênan û bi amadekirinê da bikaribe Sivîlan biparêze û alava Esed ya leşkerî birawestîne.
Û bêtir got: nabe êdî ko Sivîl di navbera du agiran yê Rêjîmê û yê komikên tirorist de bijîn. Nerabûna civaka navdewletî li himber evê bobelatê û pêşkêşnekirina alîkariyên bijîşkî û rizgarnekina birîndaran, hetaheta şermezariyeke mezin dê li ser rûyê wan bimîne.
Elxoce tekez kir “Tawankariya ko Rêjîmê di dermafê Sivîlan de kiriye, ew jî berdewamî ye ji tawankariyên rêjîmê ko li seranserî cografiya Sûriyê kirine, bi behaniyine ne di cih de, ko dibêje ew Komik û Rêkxistinên Tirorist amanc dike ew yên ko rêjîmê bi xwe ew xwedî kirine.
Elxoce got: “Em di Hevbendiyê de bawer in ku rê gelek li pêş cîhanê nema ne ,ew têgihane ko divê beraberiya jêderên tiroristiyê bikin, û yek bin li bin alekê ko hurmeta mirov digire, bê ko li nasname û cihê mirov binerin.”
Jêder: Hevbendî