Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara hovane ya ko Firokên Esed îro li Reqa pêk anî protesto kir, di encama êrîşê de 65 Sivîlan jiyana xwe jidest dan û gelek Birîndar bûn.
Hadî Elbehra serokê Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de ya ku îro têde kuştar şermezar kir, hişyarî da û got :
“Rêjîma Esed dê gelek caran kuştaran bike, ewê hebûna asmanî ya Hevpemanê wek derfet bibîne.” Elbehra destnîşan kir ko”gelek deng bilind bûne û dibêjin ko Rêjîma Esed tenê ew sûdeyê ji derbeyên Hevpeymanê werdigire, û istiratîciya nuha gerek bête guhertin.”
Firokên Esed îro neh êrîşên asmanî dane ser bajarê Reqa, kuştareke mezin kirin 65 kes têde bûn qurbanî û şehîd ketin û gelek birîndar bûn, û êrîşan herêmên sivîlan amanc kirin û dûrî cîgehên Daişê ketin, êrîş çûn ser Mûzexaneya bajêr û mizgefta Elhenî ya ko minara wê ket û gelek wêranî di wan de çê bû, herweha êrîş dan ser Berîdê û Herêma Pîşesaziyê û herêma Geraca Polman, herweha êrîşan gelek ji bajêr wêran kir û agir bi Sûkê û turumbêlan ket.
Elbehra daxwaz kir ji”Desteyên Sivîl û yên mafnasiyê û çalakvanên cîhanê ji bo zû tevbigerin da piştgiriya daxwaza miletê Sûrî bikin, yê ko bi hemû awayan dîmuqratiyê dixwaze, tiştê sosret ew e ko bidehan alî piştgiriya tiroristiyê bi pere û zilam û ragihandinê dikin, û aliyine din ên navdewletî piştgiriya Rêjîma Esed bi çete û çek û pere û helwestên diblomasî dikin, lê piraniya aliyên civaka navdewletî ji bo piştgiriya daxwaza miletê Sûrî di misogerkirina dîmuqratiyê de bêçare ne û tenê alîkariyê bi soz û gotinan dikin.”
Jêder: Hevbendî