Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El- Mislit kuştarên ku firokên Cengê ên bi rejîmê ve girêdayî ne pêk anîn şermezar kirin. Firokên cengê bajarê Dûma li Gundewarên Şamê bumbebaran kir, di encamê de deh sivîl şehîd ketin, û bidehan birîndar bûn.
Êrîşên firokên Cengê li ser bajar û gundên Sûrî li Bakur û Başûr berdewam kirin, û Gundewarên bajarê Der`a bi bermîlên teqîner armanc kirin ku di encamê de kuştarek li bajarokê Nesîb çêbû û 8 kes şehîd ketin.
Toreyên Mafê Mirovan kuştina 43 kesan li seranserî Sûrî li ser destê rejîma Esed û milişiyên Hizbillah yên tirorist û Rêxistina Daişê belge kirin.
El – Mislit tekez kir ku :” Her tawanek ku firokên rejîma Esed pêk tîne, bi navê Encumena Ewlehiya Navdewletî dibe, mîna encameke yekser ji ber têkçûna wê di parastina sivîlan de, û ferzkirina deverek aram da ku rejîma Esed ji salên bûrî ve gem bikira”.
El – Mislit herweha jî tekez kir ” Pêwistiya herî ferz ew e ku Hevpeymaniya navdewletî istratijiya vegerîne, û duristkirina wê di riya xistina rejîma Esed di serê lîsteyê de, ji ber ew jêdera tirorê ye, û rêvebirê yekem jê re ye li deverê.
Jêder : Hevbendî