Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit got: “Rêjîma Esed piştgiriya (Daiş) dike di êrîşa wê ya li ser cîgehên Şoreşgeran, piştî ko nema dikare desthilatdariyê li ser hemû xaka Sûriyê bike.”
Elmislit got ko Esed piştgiriya Rêkxistina Daiş dike da ko çi kesê ala Şoreşê bilind bike ewî tune bike. Hem jî dixwaze ji cîhanê re bide diyarkirin ko ew li dijî tiroristiyê şer dike. Elmislit destnîşan kir ko ev Rêkxistin çi dema ko Şoreşger serkeftinan li ser hêzên Esed pêk tînin ew êrîşî Şoreşgeran dike. Ev yek jî piştrast dike ko hêzên Esed nema dikarin desthilatdariyê li ser hemû xaka Sûriyê bikin.
Elmislit destnîşan kir ko gerek Civaka Navdewletî herêmeke parastî ji Sûriyan re dabîn bike, ji bo firokên Rêjîma Esed nikaribin li ser bifirin û nebin alîkar ji Daişa tirorist re û piştgiriya wê nekin, û Çekên giran bidine Şoreşgeran da bikaribin êrîşên Rêjîmê û Daiş vegerînin.
Ji aliyekî din ve Şoreşgeran dîsa Gundê Um Elqura û Zeviyên Gundê Kefre li Gundewarê Helebê yê Bakur piştî şerekî bi Rêkxistina Daiş re û bombebarandina Firokên Rêjîma Esed kontrol kirin.
Her wiha alayên Şoreşgeran li himber derbasbûna endamên Daiş li Gundê Dehla û Hercile li Gundewarê Helebê yê Bakur rawestiyan. Çalakvanan 32 kes ko jiyana xwe jidest dane di bombebarandina firokên cengê yên Rêjîmê de belege kirin.
Jêder: Hevbendî