Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gado, tekez kir ku metirsiya keresteyên hişbir yên rijêma Esed nemaze Captagon, ne tenê ziyanê dighîne gelê Sûriyê, lê ziyana wan dighêje gelek dewletên deverê û cîhanê jî.
Û Gedo di daxwiyaniyin taybet de, got ku çêkirin û bazirganiya bi hebên Captagon, hiştiye ku îro ew kereste bibe yek ji girîngtirîn tiştên ku rijêma Esed wan hinarde dike, ji ber ku nirxê wan li gorî amaran ji nirxê piraniya keresyeyên ku bi awayekî yasayî hinarde dike zêdetir e, li welatê jihevketî ji encama cenga Beşar a hovane ya ji bo mana li ser desthilatê.
Û Gedo got ku deverên di bin kontrola rijêma Esed de, bûne navendên sereke ji bo toreke mezin a metirsîdar a çêkirina Captagonê, û hêlên wê diçin Libnan, Iraq û Tirkiyê, û digihêjin dewletên Kendavê û dewletên Efrîka û Ewropayê.
Û Balyoza Birîtaniya li New Yorkê, Barbara Woodward, vê dawiyê di gotarekê de derbarê Sûriyê li Encumena Ewlekariyê, tekez kir ku rijêma Esed jiyaneke şahane ji ber bazirganiya keresteyên hişbir dijî, lê beşek ji xelkê Sûriyê di konan de dijî.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed berdewam e di belavkirina bêaramiyê li deverê, bi riya berhemdan û qaçaxiya Captagonê, û bal kişand ser ku nirxê wan dermanên nerewa dighêje bidehên milyarên dolaran.
Û Balyoza Birîtanya daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî kir ku çavdêriya alîkariyên ku derbasî Sûriyê dibin bike, ji tirsa ku rijêma Esed wan alîkariyên navdewletî ji berjewendiyên xwe yên siyasî re bi kar bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî