Hevrêzkarê Girûpa Lêkolîn û Rawêjkariyê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gado, tekezî li ser redkieina her hewleke danîna girêbesteke civakî li Sûriyê bi destê aliyekî tenê kir, û bal kişand ser ku divê ew tişt bi lihevkirina vîna azad a sûriyan li ser jiyana bi hev re ava bibe.
Û Gado di daxwiyaniyeke rojnamevanî de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî karê xwe li ser bingeha pabendbûna bi çareseriyeke siyasî ya berfereh bi beşdariya hemû gelê Sûriyê ava dike û dibîne ku girêbesta civakî di têgeha xwe ya giştî de di rêya destûrê re tê derbirîn, û bi vê yekê ew kurteya lihevkirin û têgihîştina di navbera pêkhateyên civakî û siyasî de ye, ya ku nûneriya beş û pêkhateyên curbrcur ên di dewletê de dijîn nîşan dide.
Û bal kişand ser wê yekê ku dariştina peymaneke civakî ji aliyê çi kesî ve be heger hêvî û daxwazên gelê Sûriyê li seranserî xaka Sûriyê li ber çavan negire, ew kar bi şêwe û naveroka xwe ve nayê pejrandin, û dît ku ev kar dikeve xizmeta berdewambûn û kûrkirina perçekirinê ya ku wek rewşa defakto hatiye sepandin, ji xizmeta ejendeyên neniştimanî re, û dabeşkirina Sûriyê bi gel û xaka wê ve.
Û Gado tekez kir ku gereke gelê Sûriyê îro kar bike ji bo yekkirina Sûriyê û gelê wê di dewleteke li ser bingeha dadwerî, azadî, demokrasî, serweriya yasayê û hemwelatîbûna wekhev ku tê de hemû Sûrî wekhev bin, bê ku cudahî li ser çi bingehekê hebe û tevaya Sûrîyan wek hev bin, û şanaziyê bi dîroka xwe ya li ser bingeha cihêrengiya şaristanî û rewşenbîrî bo tevaya pêkhateyên wê ji ereb, kurd, tirkman, siryan û aşorî û pêkhateyên cihêreng ên Sûrî yên dîtir bike.
Û Gado dît ku çi peymaneke civakî di şert û mercên tirajêdî ên niha de li Sûriyê, divê li ser lihevkirina vîna azad a sûriyan ava bibe, da ku di çarçoveya dewleteke azad û serbixwe û yekgirtî de bi hev re bijîn, û serweriya wê li ser hemû xaka wê be, û nasnameyeke niştimanî a berfireh ku derbirîna tevaya gelê Sûriyê bike hebe.
Û Gado amaje bi wê yekê kir ku ev yek îro nikare pêk were bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh bi rêya cîbicîkirina tam û vebir a biryarên pêwendîdar ên Netewên Yekbûyî û di pêşî de biryara 2254, ya ku dariştina pirojeya destûrekî nû bo welêt tenê xalek ji hejmarek ji xalên wê ye, û xwediyê biryara dawîn ji bo pesendkirina destûra ku tê xwestin gelê Sûriyê ye, di rêya referandoma giştî re.
Û Gado tekez kir ku ewlehî, aramî û aştiya domdar pêk nayê ji bilî bi beşdariya hemû gelê Sûriyê ji hemû pêkhatên wê yên cihêreng ên li tevaya deveran, da ku yekîtiya Sûriyê bi gel û xaka wê ve misoger bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî