Endamê Desteya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdellah Gedo, bal kişand ser ku kiryarên endamên hêzên rijêma Esed li curbecur deverên Sûrî, bi awayekî berfireh li ser rêbendên ewlekarî û xalên pişkinînê, ji destpêka şoreşê di sala 2011an de hîn weke berê ne.
Û Gedo di daxwiyaniyin taybet de îro, got ku hêzên rijêmê û amûrên wê yên ewlekariyê yên ku li ser zordarî û tundî û nefretê perwere bûne, nikarin dest ji kiryarên xwe yên kirêt dijî sivîlên bêçek berdin, û got ku hêzên rijêmê bi bêrêzî serederiyê bi tevaya sivîlan re dikin, û wan hêzan rêbaza danûstandina xwe li gel sivîlan ji destpêka tevgera gel de neguhertine.
Û Gedo bal kişand ser ku tevî hevkariya milîsên PYDe li zêdetir ji cihekî li gel hêzên rijêma Esed, lê dîsa jî hêzên rijêmê her demekê dorpêçê li ser sivîlên ku li herdû taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê, yên di bin kontirola milîsên PYDe de ne, disepîne.
Û Gedo anî ziman ku tevî ku yekîneyên leşkerî yên ser bi PYDe ve li kêleka hêzên rijêma Esed li deverên gundewarê Helebê kar dikin, lê dîsan jî hêzên rijêmê astengiyan ji sivîlên ku diçin û tên re li deverên di bin kontirola PYDe de li gundewarê Helebê derdixin.
Û Tora Sûrê ya Mafên Mirovan duh anî ziman ku endamin ji firqeya çaran ya hêzên rijêma Esed, vê dawiyê, 10 jin ji xelkê devera Efrînê, yên ku li Helebê dimînin, dema derbasbûna wan di xaleke pişkinînê ya ser bi rijêmê ve li taxa Bab Cinên li bajarê Helebê, ku ji Şehbayê li bakurê Helebê diçûn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, yên di bin kontirola milîsên PYDe de, hatin girtin, û ber bi şaxê Ewlekariya Dewletê ve hatin birin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî