Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku rijêma meleyan ya Îranê tawanan dermafê gelê Îranê pêk tîne, û heman tawanan di rêya milîsên mezhebî re, yên ku li Sûriyê, Iraq, Libnan û Yemenê belavbûyî ne re bicî tîne, û amaje bi wê yekê kir ku ew rijêm li ser kuştin û îşkencekirinê ava bûye, bi armanca tirsandina mirovan û bêdengkirina wan.
Û Ebdulletîf îro roja înê di daxwiyaniyin taybet de, amaje bi wê yekê kir ku şermezarkirina binpêkirinên berfireh ên dijî mafên mirovan li Îranê, ji aliyê Komîteya Sêyemîn a Civata Giştî ya 78an a Netewên Yekbûyî ve, piştrast dike ku rijêma melayan heman rêbazan bikar tîne, ji ber ku ew rêbaza wê û projeyê wê yê mezhebî ye.
Û Ebdulletîf tekezî li ser pêwîstiya ku helwêsteke navdewletî ya vebir li hember tawanên rijêma melayan li hundirê Îranê û dewletên deverê hebe, ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê bo deverê.
Û Komîteya Sêyemîn a 78emîn ya Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, li ser biryara şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rijêma meleyan ve, bi piraniya dengan ku 80 dewletî erê kir, 29 deng li dijî bûn, û 65 dewlet beşdarî dengdanê nebûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî