Bi dehan ji xelkê bajarê Siwêydayê li Meydana Elseyir “Elkeramê” ya li navenda bajarê Siweydayê metingên xwe yên nerazîbûnê nû kirin, û di vê metingê de, tevî hewldanên astengkirinê yên berdewam ji aliyê amûtrên ewlekariyê yên rijêma Esed ve, beşdaran daxwaza guhertinê kir.
Û di metinga nerazîbûnê ya duh sêşemê de, pankartên ku daxwaza mafên gelê sûriyê yên jê hatine standin, û jinûve-dabeşkirina samanên welêt, û guhertina siyasî û cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî yên derbarê Sûriyê hilgirtin.
Û metingeran dîtin ku gotara dawî ya Beşar Esed, ya ku têde behsa parêzgeha Idlibê, ew devera ku herî zêde ji erdhejê ziyanmend e, nekiriye, mîna daxwiyaniya destberdana ji Quneytrayê di sala 1967an de ye, ku têde Wezîrê Berevaniya Sûrî Hafiz Esed ketina parêzgeha Quneyterayê di bin destê Israîla dijmin de ragihand.
Û Çalakvanan di metinga nerazîbûnê de, yaku jin û mêran beşdarî têde kirine, redkirina xwe ya vebir ji her hewlên dabeşkirinê re tekez kirin, û cext kirin ku Idlib beşekî ku çênabe ji xaka Sûriyê parçe bibe ye.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekezî li ser mafdarbûna xwenîşandanên xelkê Cebel Elereb li dijî siyasetên rijêma Esed yên ku bûn sedema têkçûna rewşa parêzgeha Siwêydayê û tevahiya deverên Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî