Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, astengkirina jiyanê ya ku dijî penaberên Sûrî li Libnanê pêk tê, û ya herî berçav sepandina bacan li ser kesên ku pere ji wan re hatine şandin şermezar kir, û got ku ev tişt tengaviyên mezin ên ku penaberên Sûrî di rewşa aborî ya xerab de têde dijîn zêdetir dike.
Û Idrîs di daxwiyaniyên taybet de got ku gotara nefretê ya ji aliyê kesên girêdayî rijêma Esed ve li Libnanê tê gurkirin, ew e ya ku palteciyan han dide li ser astengkirina jiyana penaberên Sûrî li Libnanê, û çavberdana alîkariyên darayî ên biçûk yên ku ji hêla rêxistinên navdewletî ve ji wan re têne pêşkêşkirin.
Û Îdrîs anî ziman ku penaberên Sûrî yên li Libnanê, dê rastî destdirêjiyên dubare nehatibana, eger aliyên ewlekarî yên di acizkirina Sûriyan de beşdar in, ne li pişt van kiryarên berdewam ên nemirovane bana, ku digêje asta ruxandina çadiran bi ser serê xwediyên wan de.
Û Navenda “Wisûl” ya Mafên Mirovan (ACHR), hin operasiyonên zêdegaviyê dijî penaberên sûrî şopandine, dema penaber li ber makîneyên ATM bûn li herêma Bika’h, , ku çawa hin kes keysê ji penaberan tînin, û pereyan ji nirxê alîkariya darayî ya ku ji aliyê UNHCR ji wan re têne şandin kêm dikin.
Û Navenda Mafnasî amaje bi wê yekê kir, ku êrîşên ewlekarî yên kotekî li ser kampên penaberên Sûrî berdewam in, û hevdem in li gel rûxandina konên ku penaber pir hewcedarên wan in, nemaze piştî ku ji ber barîna berfê di vê dema dawî de ziyan gihaye hin konan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî