Hin çalakvanên Sûrî helmetek ragihandinê bi navê” Terora Rûsiya Rawestînin” dest pê kir, tê de ronî dan ser tawanên berdewam yên ku dijminkariya Rûsî dijî gelê Sûryê dike.
Û ew çalakvanên rêvebiriya helmetê dikin, daxwaza hejmarên mezin ji beşdarbûnê li ser malperên civakî roja pêncşemba tê kirin, û tê de daxwaza danîna Rûsiya û serokê wê Fladîmêr Potîn li ser lîsteya terorê û tewankarên cengê kirin.
Û Rûsiya yasayên navdewletî yên der barê Sûriyê binpê dike, û çekên li ser asta navdewletî qedexekirî ne bikar tîne, mîna bombeyên Anqûdî û Fosforî û napalima şewitandinê,dijî sivîlan li zêdî 150 deverên neştecîkirî, li gor serhejmarên ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî.
Her weha dijminkariya Rûsî hejmarek mezin ji tawanan pêk anîne, nexasim li Helebê, ji destpêka hatina wê de di 30 êlûna 2016an de, û hejmara qurbaniyên li ser destê wê bêhtir e ji 2000 kesî, 452 zarok û 200 jin di nav wan de hene, li gor heman serhejmarê.
Û hin çalakvanan diyar kirin ku hejmara qurbaniyên bombebarana Rûsî bi çekîn Enqûdî roja şemiyê dijî sûkin gelêrî û taxin nişteciyan li bajarokê Qoriyê li rojhilatê Dêrazêrê giha 90 şehîdî û bidehên birîndaran, û doh jî 2 zarok bi êrîşên Rûsî li ser Sûka Hal li bajarê Meyadîn yê nêzîkî Dêrazorê yê di bin destê DAÎŞ de şehîd ketin.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî, di daxuyaniiyeke xwe de ev komelkujî şermezar kir, û got” terorîstiya Rûsî bi hevrêzkarî bi terorîstiya Esed re dibe, bi ji bo armanckirina sivîlan bi şêweyek diyar û eşkera, û kuştina wan ji ber ku ew armancine hêsan in, ji bo pêkanîna encaman û ne xeme ji wan re ku encam bi çi rengî bin, piştî têkçûna Rûsiya di bidestxistin ti encamên berçav ji destpêkê de ta niha, ji bilî kuştina sivîlan û wêrankirina xanî û nexweşxaneyan û wêrankirina taxên niteciyan bi ser serê xelkên wan de”.
Û Hevbendiyê bêdengiya civaka navdewletî û nealîkirina wê ji Sûriyan re şermezar kir, û tekez kir ku” berdewamî di erzankirina xwîna Sûriyan de, şermek mezin e ji civaka navdewletî re, ya ku dibêje ku ez rêzê li mafên mirov û azadiyê digirim, û bêdeng dimîne li hember tewanekê bi mezinbûna vê.
Jêder: Hevbendî