Du sivîl di bûyerên dardakirina meydanî bi destê hêzên Esed şehîd ketin, her weha pêncên din di teqîna çend mayûnan de li gundewarê Dera yê rojhelat hatin kuştin, serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Nesir Elherîrî bang li Siûdiyê, Tirkiyê û Urdinê kir bo têwerdanê bikin tako agirbest li Dera pêk bê.
Elherîrî di nivîseke xwe ya Tiwîterê de duhî got ‘’ ez bang li serpereştên cîhana Erebî û yên Islamî dikim, û bi taybetî Qeral Selman Bin Ebdulezîz û serok Receb Teyib Erdogan û qeral Ebdulah Eltanî ko têwerdanê bikin bo û agirbestê bicî bikin û mafên xelkê û xwîn û rûmeta wan bête parastin ‘’
Her weha zarokekî derbiderê Dera bi sedema nebûna çareseriya pêdivî şehîd ket, piştî ko dûvpişkekî pêvedabû.
Netewên Yekgirtî hejmara kesên mecbûrî revê bûne texmîn kiriye bi dora 330hezar kesan heta nuha, ji encama êrîşên asmanî û yên bejî li ser çendîn herêmên Dera ji hêla rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin.
Derbider di rewşeke mirovînî ya aloz de dijîn û cihwar ji wan re nîn e, duhî sêşembê ofêsa nûnerîtiya mafên microvan, Urdin han da li ser vekirina sînor li pêşberî Sûriyên derbider.
Her weha Yihya Elerîdî berdevkê desteya Sûrî ya danûstandinan, daxwaz ji civaka navdewletî kir ko giring e hemû pêrabûnên xwe bikin bo êrîşên hovane rawestînin, û destnîşan kir ko Rûsya û Îran peymanên vê dawiyê imze kirine binpê dikin.
Hêzên rêjîma Esed bi hevkariya milîtanên Îranî û Rûsya operasiyoneke leşkerî ji 20ê heyva borî de li ser gundewarê Dera rojhelat û Siwêda yê rojava pêk tînin, bi bombebaraneke asmanî û topbaran û mûşekan ko di encamê de bi dehan jin û zarok hatine kuştin, her weha wêraniyeke berfireh çêkiriye, û bû sedem ko bi sedhezaran li gora serjimarên destpêkî ji malên xwe derbider bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî