Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî duhî li Parîsê, hevdîtinek ligel serokê ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, birêz Jerome Bonnafont û cîgirê serokê beşa karûbarên Şamê û Misrê, birêz Yannick Tacan pêkanî.
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi aliyê Fransî re behsa prosesa siyasî û mijara komîsyona makezagonê kir, û herweha li ser riyên piştgiriya aramiyê li herêmên kurdî li Sûriyê rawestiyan, û tekezî li ser pêwîstiya ku civaka navneteweyî zextê bike ji bo cîbicîkirina biryarên navnetewî yên derbarê rewşa Sûriyê kirin.
Şanda ENKS’ê di hevdîtinê de, tekezî li ser nerîna Encûmena Niştimanî ya Kurdî pirsgirêkên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdan bi taybetî kir, her weha li ser rewşa Efrînê û çawaniya alîkirina gelê wê, û pêşeroja rojhilatê Feratê rawestiyan.
Karbidestên wezareta derve ya Fransayê yên hevdîtin bi wan re hat kirin, tekezî kirin li ser giringiya serdana şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bo Parîsê û guncabûna dema wê, û pêwîstiya rola Encuman di pêkanna aramiyê li Sûriyê bi giştî û herêmên kurdî bi taybetî.
Û dîtin û boçûnên ENKSê kok bûn ligel dîtina Fransa li ser hemû mijarên hatin gotûbêjkirin, herwiha berdewamiya piştgiriya pêwîst ji bo serxistina prosesa siyasî li Sûriyê hat piştrastkirin.
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji birêz Siud Mella Serokê ENKSê û Kamîran Haco serokê ofîsa têkiliyên derve yê ENKSê û Ibrahim Biro endamê Ofîsa têkiliyên derve û Hewas Sadûn endamê desteya danustandinê pêk dihat.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê