Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, birêz Abdul Rahman Mustafa ligel Yannick Tagand, alîkarê birêveberê fermangeha Misrê û Rojhilat li Beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Fransayê civiya, û dawîtirîn guhertinên meydanî û bi taybetî rewşa devera başûrê Sûriyê, ya tûşî kuştin û koçberiyê dibe li ser destê rejîmê û hêzên hevalbendên wê gotûbêj kirin.
Mistefa di wê civînê de rewşa li başûr bi “qeyrana pir zehmet” anî ziman, û dît ku ev yek dihat pêşbînîkirin ji ber “xemsariya civaka navdewletî derbarê kesên sivîl di demên berê de, û hêlana wan di destê tawanbar û hevalbendên wî de”.
Mistefa got ku civaka navdewletî gelê Sûrî bi tenê hişt li hember rejîmên stemkar, piştî daxwaza azadî û demokrasiyê kir, û got: “me pişta xwe bi hevparên xwe yên demokrasîxwaz girêdabû, ku wê ji me re bibin alîkar .. lê rewş cihê mixabinyê ye”.
Û got: “diyar bû ku bêkêriya hember gelê Sûrî çiqas mezin bû .. gava gunehkar siza nebe, tu nikarî texmîn bike ku ewê çendîn tewanan bike” û anî ziman ku helwesta Washington li ser tiştên ku li Der’a û derdorên wê diqewimin, nebûna cidîyeta helwesta wê diyar dike li hemberî daxwazên gelê Sûriyê û azadî rûmetê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku berpirsiyariyin yasayî yên parastina sivîl ji bombebarên leşkerî yên dijî herêm û avahiyan û jêrxana bingehîn dikeve li ser stûyê civaka navdewletî.
Û herwiha diyar kir ku hejmara koçberan tekeziyê dike li ser hebûna tawanên şer ji aliyê hêzên rejîmê yên li herêmê, û diyar kir ku ewê wek berê bibin egera koçberiya kotekî û guhertina demografî.
Û diyar kir ku “Ji vir em metirsiya yasa 10 nas dikin, ya ku me 40 welat bi metirsiya wê û mebest û armanca rêjîmê agehdar kirin.
Birêz Mustafa destnîşan kir ku aqil û mentiqê leşkerî yê rejîma Esed, hîç nirx nîne û bêkêr e, û nikarin biryarên navdewletî yên balê dikşînin li ser bicihkirina pêvajoya siyasî biguherin, û bal kişand ku “gelê Sûriyê ji bo daxwaziyên xwe û doza azadî û demokrasiyê bê hêvî nebûye, û em hêvî dikin hun tevlî me bibin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê