Hevrêzkarê ofîsa sereke ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li bakurî helebê, Ehmed şihadê û çalakvanên destpêşxerîya (Rehmat), bi gereke şopandinê bo hejmarek ji kampên gundewarê Helebê li kampên ku hejmareke mezin ji derbider û koçberan têde dijîn rabûn.
Û rewşa kampan û avahiyên xizmetkariyê ji nêz de şopand in, û hevdîtin bi welatiyan re kirin, û hewcedariyên wan yên girîng naskirin, nemaze madeyên sereke bo dabînkirina alavên pêwîst di dema pêla sermê ya ku bi ser deverê de hatî, ji bo pêşkêşkirina wan agahiyan bo rêxistinên taybet bi rewşa penaberan.
Û girîngtirîn bûyerên meydanî û pêşhatên rewşa siyasî ji welatiyan re zelal kirin, herweha tevgera ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe li ser asta Erebî û Islmî û Navdewletî, ji bo rawestandina dijminkariya Rûsiya û Esed li ser Idlibê û gundewarê başûrê rojavayê Helebê.
Û Şihadî tekezî li ser rola artêşa Niştimanî ya Sûriyê di rûbirûbûna êrîşên tund yên Rûsiya û rêjîma Esed û Milîsên Iranî yên mezhebî kir, û karîna şoreşgeran bo rawestandina wan êrîşan û vegerandina herêmên li Idlibê ji des çûne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî