Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, gereke meydanî di hundir pirojeya niştecîbûnê ya ji bo koçberên Gota Elşerqiyê hatiye terxankirin li şûna kampan lidar xist, û birêveçûna kar û avahiyên tenduristiyê û yên giştî têde temaşe kir.
Û piroje dikeve hundir rûbera bajarê Elbab yê gundewarê Helebê,û ta niha derdora 3000 mal hatine pêkanîn, û tê de heya niha nêzî 2500 malbatî bicî bûye, di dema ku piroje bi xwe dxebite daku 20 hezar malbat yên di sala 2018an de li ser destê rijêma Esed û piştgirên wê koçber bûne bicî bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hevdîtin bi hejmarek ji malbatên di pirojeyê de dijîn lidar xist, û li rewşa wan pirsî, û pesna karê kesên bi vê pirojeyê radibin da, û tekezî li ser pêwîstiya ku tevaya nişteciyên di kampan de bên veguhistin bo cihên niştecîbûnê yên wek vê pirojê kir.
Û pirojeyê niştecîbûnê ji jêrxane û avahiyên giştî û cûrbecûr wek gulistan, dibistan, mizgeft, û navendên tenduristîyê tevî sîstema aletrîka li ser enerciya rojê pêk tê, her weha xaniyên taybet bi jinên pakrewanan û jinên ku mêrên xwe wenda kirine û yên debara malbatên wan bikin tune ne.
Û piroje bi serpereştiya Feyleqê Siyemîn di Artêşa Niştmanî ya Sûrî de û hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl û karsazên sûrî birêve diçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî