Hevrêzkarê ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoerş û Rikberiya Sûrî, li gundewarê Helebê, bi gereke şopandinê li ser nişteciyên bajarê Meerit Elnuman ya girêdayî gundewarê Idlibê rabû, daku li rewşa wan ya jiyanê û ya tendurusî bipirse, û li xwastek û hewcedariyên wan guhdarî bike.
Û serdan bi hevaltiya Serokê Encûmana bajêr û hejmarek ji Serokên Ofîsên Cîbicîkirinê û D. Fîras Eexaldî pêkhat.
Û kampên deverê jî di pirograma gera serdanê de bûn, herweha rewşa xizmetkariyên li deverê çêbûne û karê tê de dibe hat şopandin, nemaze pirojeyên tendurustî û niştecîbûnê, di nav de pirojeyên avakirina xaniyên sêwiyan û yên jinebiyan li devera Meşhed Rohîn.
Û di nav wê gerê de D. Fîras Elxaldî bi helmeteke hişyarkirinê di çarçoveya xweparastina ji Vîrosê Korona rabû, û nîşanên li ser kesê pêketî xuya dikin şirove kirin, û çawa yê ku bi Vîros ketibe dûr ji civakê vegirtî bihêlin, û çawa wî veguhêzin nexweşxanê, zelal kirin.
Û tekezî li ser pêwîstiya guhdanê bi temîniyên tendurustî û dûrbûna ji komcivînan kir, û dît ku ew temînî pir girîng in ji bo saxlemiya hemû nişteciyên deverên rizgarkirî û nehêlana belavbûna Vîrosê Korona.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî