Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Basil Ginêm, berdewamiya helmetên girtinê ji hêla hêzên rijêma Esed ve dermafê ciwanên Sûrî li curbecur deverên di bin kontirola rijêmê de şermezar kir, û tekez kir ku ev kiryarin rêbazkirî ne li bal rijêma Esed, daku hikumdariyê bi darê zorê li welêt bike.
Û Ginêm bal kişand ser ku operasyonên girtinê nehatine rawestandin, û rijêma Esed riftarên xwe naguherîne, û daxwaza standina helwesteke cidî derbarê girtî û windayan ji civaka navdewletî kir, û xwest ku bermamber binpêkirinên rijêma Esed bêdeng nemîne.
Tê zanîn ku Kombenda Azadîxwazên Horanê rabûna milîsên girêdayî rijêma Esed bi helmeteke girtinê li taxên Deraa Elmeheta belge kir, û got ku di wê helmetê de bêhtir ji 20 ciwanan hatine girtin.
Û Ginêm tekez kir ku rijêma Esed ciwanan digre daku bi darê zorê wan têxe nav hêzên xwe û wan dijî xelkên wan bikar bîne, û got ku yê fermanên rijêmê ret dike dimre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî