Hevrêzkarê Girûpa Cizîrê û Ferêt di Hevbendiya Niştimanî de Ebdilbasit Ebdilletîf rapora karê Girûpê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 69an de ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketiye pêşkêş kir.
Û Ebdilletîf li ser encamên sardana devera Serê Kaniyê û ya Girê Spî û hevdîtinên ku li wir hatine lidarketin û pêwîstiya berdewamiya kar li ser piştgiriya herdu deveran û miştûmirkirina civînên navdewletî ji bo alîkariya xelkê bi armanca çakkirina ketwarê debara jiyanê, xizmetguzarî û aboriyê axivî.
Û tekezî li ser giringiya xurtkirina rewşa ewlehiyê li deverên Serê kaniyê û Girê Spî ji bo dabînkirina aramiya domdar li wan deveran û alîkirina derbider û koçberan ji bo vegerin ser milk û malên xwe û handana bazirgan û veberhêneran li ser destpêkirina projeyên karta taybet û bilezkirina piştgiriyê ji bo geşepêdana projeyên çandinî û sewalkariyê kir.
Û Ebdilletîf şiroveyek li ser berfirehkirina karê komîteya Cizîrê û Ferêt di riya tevlîkirina kesayetên çalak û nirxdar ji xelkê deverê re û ku karê Girûpê ne tenê peydakirina pêdiviyên Girê Spî û Serê Kaniyê be, lêbelê guh bide devera rojhilatê Ferêt bi giştî, her wiha kiryarên tawankarî yên milîsên mezhebî yên Îranê û milîsên PYDe yên terorîst bişopîne, pêkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî