Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de Ebdilehed Istêfo rapora karê Ofîsê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 69an de ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketiye pêşkêş kir.
Û Istêfo li ser çalakî û erkên ku Ofîsa Têkliyên Derve di heyama du heyvên bûrî de pê rabûye axivî, û got ku rapor û pêşniyaz bo desteya siyasî û desteya serokatiyê hatin pêşkêşkirin û nûnerek ji bo erkdarkirina wî bi amadekirina reşnivîsa proje-protokola têkliyên derve destnîşan kir.
û şiroveyek derbarê şopandina karê ofîs û nûnergehên Hevbendiya Niştimanî li hejmarek ji dewletên dost û birayên gelê Sûriyê pêşkêş kir, her wiha pêşhatên dawî li ser asta xwecihî û navdewletî gotûbêj kirin.
Û encamên hevdîtinên dawîn li gel Şandeyên dewletan yên ku têde bal hat kişandin ser şert û mercên dijwar li deverên Girê Spî û Serê kaniyê li rojhilatê Ferêt û pêwîstiya piştgiriya navdewletî ji sazî û rêxistinên civaka sivîl ên li van her du deveran re berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî