Hevrêzkarê Tora Aborîkar û Karsazan di Hevbendiya Niştimanî de Ebdilnasir Hiso rapora karê Torê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 69an de ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketiye pêşkêş kir.
Û Hiso analîzek li ser ketwarê aborî yê Sûriyên li deverên rizgarkirî û Tirkiyê pêşkêş kir, û li ser rewşa aborî ya dijwar a ku aboriya Tirkiyê têre derbas dibe û bandora wê li ser penaberên Sûrî axivî, bal kişand ser astengî û derfetên li pêşiya karsaz û bazirganên Sûrî li deverên rizgarkirî.
Û Hiso li ser pirsgirêkên ku aborînas û karsazên deverên rizgarkirî derdê wan dikşînin, yên girêdayî nebûna yasaya kar û parastina milkan û nedana destûrnameyên pîşesazî û bazirganî û belgemeyên jêderê û nebûna parastina gumrikê ji kelûpelên xwecihî re axivî, her wiha zehmetiyên dana destûrên hinardekirin û hawirdekirinê û bihayên bilind ên tomarkirinê dosyan û elektrîkê û hawirdekirina neyînî.
Û raporê rewşa aborî li deverên rizgarkirî di rêya analîzkirina amarên hinardekirin û hawirdekirinê nirxand, ji ber ku bikaranîna qebareya çûnûhatinê di dergehên bazirganî yên sînorî re bûye rêbaza pejirandî ji bo zanîna qebareya aboriya wan deveran.
Û diyar kir ku deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê û dergehên sînorî yên bi Tirkiyê re, hinekî di warê bazirganî de geş bû, ji ber nêzîkbûna ji bazarên Ewropayê û sizayên ku li ser rijêmê hatine sepandin, her wiha çalakiya rêxistinên mirovahî û piştgiriya mirovî, li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di sala 2022an de, ji ber ku nirxê hinardekirina ji deriyên bi Tirkiyê re bûye 2 milyar û 234 û 773 hezar dolar, bi rêjeya %44 ji tevaya qebareya hinardekirina Sûriyê, di dema ku nirxê hinardekirina Tirkiyê jî bûye 234 milyon û 132 dolar, ku %23 ji qebareya hinardekirina Sûriyê ye.
Û Hiso behsa amadekariyên destpêkirina Tora Aborîzan û Karsazên Sûriyê kir, yên ku armanca wê başkirina peywendiyên di navbera dezgehên cîbicîkar yên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ji aliyekî ve û saziyên Hikûmeta Tirkiyê ji aliyekî din ve, her wiha karsaz û bazirganan, li gel pêşniyarkirina çareseriyên pirsgirêkên aborî yên heyî û çarçovekirina hewlên ji bo avakirina siyasetek aborî ya bi bandor û domdar.
Û bal kişand ser giringiya avakirina girûpeke kar ji aborînas û karsazan û hevrêzkirina bizavên çareserkirina pirsgirêkên aborî bi hevkariya li gel hisedarên torê û pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo pejirandina siyasetên ku piştgiriya karê aborî yê Sûriyan dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî