Girûpa Karê Destûrî a ku Hevbendiya Niştimanî, bi Biryara Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî ava bûye, civîna xwe ya yekemîn îro çarçemê lidar xist, û hejmarek ji pirsên destûrî gengeşe kirin.
Û girûp ji endamên Komîteya Destûrî ya Sûrî, û Endamin Desteya Danûstandinan a Sûrî, û Endamin ji Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî pêk tê.
Û Hevrêzkarê Komîteyê, Riyad Elhesen, eşkere kir ku girûp ji bo dozên destûrî yên di gera siyemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî de Berçav bûne, û dariştina pêşniyarên madeyên destûrî pêkhat, daku amadehiyê ji gera dahatî ji xebatên komîteyê re bikin, gera ku dê di destpêka heyva cotmeha dahatî de lidar bikeve.
Û bal kişand ku girûpê dozên hestyar û girîng ên taybet bi naveroka destûrî gengeşe kirin, û encamên xebatên wê dê di Desteya Siyasî di navbera civîna roja pênşema dahatî de berçav bibin, daku were piştrastkirin, û piştgiriya desteya danûstandinê ya sûrî di Komîteya Destûrî de bikin.
Û Elhesen bal kişand ser ku tevî berdewamiya rijêmê di danûstandina nerênî li gel xebatên Komîteya Destûrî, û bipaşxistina çalakkirina pirosesa siyasî, lê dîsa jî Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinên Sûrî karê xwe berdewam dikin, û di cîbicîkirina biryarên navdewletî de cidî ne, û di serî de biryara 2254, bi hevkariya li gel netewên yekbûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî