Hevrêzkarê ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ebdilehed Istêfo, hevdîtinek li gel Berpirsa Siyasî ya Doseya Sûriyê di Wezareta Derve ya Holenda de, Rena Ebawî, lidar xist, û pêre dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û Istêfo cextî li ser girîngiya şopandina doseya lêpirsînê û nehêlana ku tewankar derveyî cezayan bimînin kir, û Istêfo Holenda li ser pêşdebirina vê doseya girîng û hestyar bo aştiya misoger û domdar han da, bi armanca hevgirtina tevna civakî li Sûriyê, di dema berdewamiya tewanên metirsîdar ên ku rijêm dermafê sivîlan pêk tîne.
Û pesnê rola Holenda ya pêşeng da, di warê cezakirina tewanên cengê de, di riya hembêzkirina wê ji Dadgeha Cezayê ya Navdewletî re, û piştgiriya karê saziyên mafnasî yên di warê belgekirina binpêkirinan di riya şopandinên yasayî re li Sûriyê dixebitin .
Û herdû aliyan behsa encamên gera sêyemîn ji xebatên Komîteya Destûrî kir, û Istêfo tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina karê Komîteya Destûrî kir, di dema vekirina sepetên din di çarçoveya cîbicîkirina tam ji biryara navdewletî 2254 re, û gihîştina çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûrî pêk tîne.
Û tekezî li ser pêdviya parastina pirotokolê agirbestê li Idlibê, yaku di heyva borî de li ser hatiya îmzekirin kir, her weha misogerkirina vegera penaber û koçberan bo deverên wan yên resen.
Û Istêfo li ser mezinbûna metirsiya belavûna bêtara koronayê li seranserê Sûriyê û nemaze li deverên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê axivî, ji ber pirbûna nişteciyan li wê deverê û belavbûna kampan tê de, piştî helmetên koçkirina kotekî ji encama helmetên leşkerî yên ku rijîma Esed û Rûsiya bi ser deverê de anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî