Hevrêzkarê Girûpa Têkliyên Olî di Hevbendiya Niştimanî de Farûq Teyfûr rapora karê Girûpê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 69an de ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketiye pêşkêş kir.
Û Teyfûr li ser çalakî û hevdîtinên ku Girûpê li gel saziyên olî yên Sûrî li Sûriyê û dewletên dîasporayê li dar xistine û tê de giringî dabûn dozên siyasî û civakî yên civaka Sûrî axivî.
Û Teyfûr tekez kir ku Girûpê di hevdîtinên xwe de giringiya sûdwergirtina ji zanayên misilman ên Sûrî û nûnerên olên din li deverên rizgarkirî û pêşxistina têkliyên bi wan re gotûbêj kir.
Û bal kişand ser gengeşiyên ku li ser rol û girîngiya saziyên olî di karûbarên giştî de hatin kirin û pêwîstiya xebatê ji bo destpêkirina dariştina girêbesta civakî ya Sûrî a ku nasname û çanda civaka Sûrî hildigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî