Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce dît ku operasyona leşkerî a ku rejîma Esed dijî tirorê birêve dibe, ku Tirkiyaya bi serkirdeyatiya xwe û bi piştgiriyek gelêrî, herêmî, û navdewletî dike, guhertinek giring bo berjewendiya şoreşa Sûrî ye.
Xoce tekez kir ku rizgarkirina Bakur ji çeteyên Daişê û komên tirorist yên ku aboriya wan a piştgira hebûna wan bi rejîmê ve girêdayî ye, wê rêkxistina deveran bo berjewendiya hêzên şoreşger û niştimanperwer ku di bin sîwana “Hevbendiyê” de kar û hevrêziyê dikin nû bikin. ew jî bi nûnertiya serkirdayetiya erkan û yekîneyên leşkerî û Encumenên Xwecihî, ev rewş berî ku rêxisina Daiş deverên rizgarkirî dagîr bike lidar bû.
Serokê Hevbendiyê di gotarekê de ku îroj di rojnameya Elheyat de belav bû got: erkên ku “Hevbendiyê” bo pêkanîna serkirdeyek leşkerî li gor hêzên leşkerî ên aktîv bo şoreşê destpê kirin, armanca wê pêkanîna artêşeke niştimanî bêlayen bo hemû pêkhatiyên Sûrî ye, ku erkê wê yê sereke parastina welat be, ne rêvebiriya wî be. destpêkê, ji deverên rizgarkirî ên ku rûberê wan dest bi firebûnê kiriye, di heman dema kêmbûna hêza Daişê û rejîma Esed piştî destpêkirina operasyona leşkerî dijî tirorê li Bakur. Rêvebirya sivîl a ji encumenên parêzgehan û encumenên xwecihî wê pêk bê amade dike “.
Ji hêleke dî ve, Serokê Hevbendiyê dît ku rejîma Esed têgehek tirsnak ji weltîbûnê re daniye, û kî ji mafê wî ye weltî be di gotara xwe ya dawî de aniye ziman. Dema got:” Welat ne ji kesên lê dijîn an regezname û pasporta wî werdigrin re ye, lê ew ji bo kesên berevaniyê di ber de dikin re ye”. ev yek rê li pêş dabeşkirina welat û bicîkirina milişiyên nandoz ên ji paş sînoran hatine vedike, û pêkanîna zagona daristanê di sedsala bîst û yekê de, ew zagona ku rejîm bi belavkirina rewşa gelemşe li deverê wê diçesipîne.
Xoce tekez kir ku peyvên Esed têkçûna wî û dîtina behaneyan ji dagîrkirina welat re bi destê biyaniyan diyar dikin, piştî ku karînên dewletê dijî milletê azadîxwaz têk birin.
Xoce wisa jî got, ku pilana Esed bo avakirina statuyeke regezperist ku Iran û milişiyên wê birêve dibin çi li Şamê yan li peravê be têkçûyî ye, ji ber kevintirîn paytexta niştecîbûyî di cihanê de, û duyemîn paytext bo şaristaniya misilmaniyê, wê gelekî asê be li pêş pirojeya cînosayda nijadperstî ku li taxên Mezê û Seyide Zêneb, û ji bilî wan ji taxên Samê tên dîtin.
Xoce wisa berdewam kir: Pirojeyê regezperistî ku ji armancên wî qewitandina melyonan ji xelkê Şamê, û herweha nişteciyên nû li deverên Peravê ku ji gelek deveran ji ber şer xwe li wir girtine, û guhertina wan bi melyonan ji kesên xerîb ên xwedî kîndareke regezperest, ku ji bo berevaniya di ber pêkanîna berfirehkirina temayên Elwelî Elfeqîh, bêtir ji pêkanîna armancên serbaz û şebîheyên rejîmê , ev armanca wan li deverekê ji kevintirîn dever li cîhanê cîbecî nabe.
Di dawiya gotara xwe de serokê Hevbendiyê tekez kir ku riya diyaloka Sûrî – Sûrî bi pêkhatiyên Hevrikiyê dî re bo bidawîkirina lihevkirinan, û yekirina nerînan derbarê qonaxa piştî Esed û neguhdana gef û danustendinên herêmî wê berdewam bike, bi tevlêkirina pêkhatiyin civakî û siyasiyên dî, ta ku veguhestin ji qonaxa serkirdayetiya şoreşê ber bi qonaxa Rêvebiriya dewletê de bibe.
Jêder: Hevbendî