Hêzên Rêjîma Esed gurkirina leşkerî li dijî herêmên sivîlan li bakur-rojavayê Sûriyê berdewam kir û bi topa giran, mûşekan û dronên xwekujî deverên cuda li gundewarê Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê armanc kirin.
Îro pêncşemê, gundewarê Helebê rastî topbarana hêzên rijêmê hat, bajarok û gundên Derat Ezza, El-Ebzimo, Kefr Emma, Kefr Te’al, Kefr Nûran, û zeviyên El-Asûs kirin armanc bê ku ziyan bên tomarkirin.
Herweha Hêzên rijêmê, bi dronên xwekujî, karkerên çinîna zeytûnan li gundê San, li rojhilatê Idlibê, kirin armanc, û di encamê de mêrek, jina wî, û kurê wan birîndar bûn.
Û Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê amaje bi bilindbûna asta armanckirina leşkerî ji aliyê hêzên rêjîmê ve kirin, ku taxên nişteciyan û zeviyên çandiniyê kirin armanc û di encamê de niştecî ber bi deverên ewletir û kampên dûrî operesyonên leşkerî ve reviyan, û vê gurkirinê hişt qurbanî û birîndar di nav sivîlan de çêbibin .
Tîmê diyar kir ku pêlên derbideriyê yên vê dawiyê li 37 bajarok û gundan li gundewarê rojavayê Helebê û gundewarên rojhilat û başûrê Idlibê çêbûn, û tenê di 48 saetan de zêdetirî 1,843 koçberan hatine tomarkirin, û got ku ziyana herî mezin di nav jin û zarokan de peyda bû û rêjeya wan giha 80% ji tevaya hejmara derbideran.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê tekez kir ku berdewamiya gurkirina serbazî krîza awarebûnê zêde dike û hejmara koçberan li kampan bilind dike û dibe sedema xirabûna rewşa mirovî.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko rijêma Esed,di dema aloziyên mezin yên li herêmê de, di pêkanîna tawan û komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan de berdewam e, û mijûlbûna navdewletî û rewşa bêcezamanê û tunebûna rêgirtinê ji aliyê navdewletî ve ji bo parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî ji xwe re wek derfetekê dibîne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ewlehiya herêmê girêdayî nehiştina metirsiyên rêjîma Esed û milîsên ku piştgiriya wê dikin e, ku ev 13 sal in berdewam in di çêkirina kirîz û komkujiyan de.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza protestokirina tawanên cengê yên hêzên Esed û milîsên Îranî û Libnanî ji civaka navdewletî kir, û dîtina mîkanîzmeke navdewletî ya kartêker ji bo parastina sivîlan û derxistina milîtanên terrorist û sizadana rêjîma Esed li ser dosya wê ya tijî tawanên dijî mirovahiyê û pêkanîna çareseriya siyasî li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 û 2118, û bicîanîna daxwazên Sûriyan û bidawîkirina kirîza wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî