Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya rolane ya îro înê belav kiriye de, ragihand ku di heyva cotmeha borî de 89 sivîl li Sûriyê hatine kuştin, 25 zarok, 12 jin û 4 jî qurbaniyên eşkencekirinê bûn û zarokek di nav wan de hebû.
Herwiha Tora Sûrî kuştina 12 sivîlan, 4 zarok û 6 jin di nav wan de hene, ji ber bombebarana Israîla dagirker belgeh kiriye.
Raporê diyar kir ku rêjîma Esed berpirsyar e di ber kuştina 12 sivîlan de, 3 zarok di nav wan de hene, û hêzên Rûsî 11 sivîl kuştine, 4 ji wan zarok in, û çekdarên PYDê yên terorîst jî 3 sivîl kuştine, zarokek di nav wan de heye, û Heyet Tehrîr el-Şam jî sivîlek jin kuştiye.
Raporê kuştina 61 sivîlî, 17 zarok û 11 jin di nav wan de hene, bi destê aliyin din tomar kiriye.
Rapora torê destnîşan kir ku parêzgeha Deraa rêjeya herî zêde ya qurbaniyan tomar kiriye, gihaye 26% ji hejmara giştî ya qurbaniyan, ji wan 21 kes bi destê aliyin din hatine kuştin, li pey wê parêzgeha Idlibê bi 19%, ku tê de kuştina 16 kesan li ser destê hêzên rejîmê û Rûsyayê hatiye belgekirin.
Herwiha raportê kuştina 4 kesan di bin eşkenceyê de, di heyva cotmeha borî de, zarokek di nav wan de heye belgeh kiriye, hemû li ser destê hêzên rêjîmê ne, û kuştina du karmendên pizîşkî li ser destê aliyin din belge kiriye.
Di raporê de hat gotin ku di encama êrîşên asîmanî yên ku balafirên Îsraîla dagirker li ser herêmên sivîl li Libnanê ji 23ê îlona 2024an heta 31 cotmeh 2024 pêk anîne, herî kêm 101 penaberên Sûrî di nav wan de 36 zarok û 19 jin hatin kuştin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di heman mehê de herî kêm 10 êrîşan li ser navendên jîndariyê ên sivîl li Sûriyê tomar kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko raporên rolana yên mafên microvan red dikin ku sedemên ku hiştine êş û azarên Sûriyan giran bibin û hiştine ew koçberî welatên din bibin ji bo peydakirina ewlehiyê nema bin.
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e bertekeke rasteqîne ji civaka navdewletî hebe ji bo berpirsên tawanên cengê li Sûriyê dadpirsîn bikin, û proseya siyasî pêş de bibin ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî