Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres, di rapora salane ya li ser Zarokan û Nakokiyên Çekdarî, ya sala bûrî 2022an, ya ku ji Encumena Ewlekarî ya Navdewletî re pêşkêş kiriye de, tekez kir ku 2438 binpêkirinên mezin li dijî zarokan li Sûriyê pêk hatine, û ne kêmtir ji 2407 zarokan di sala 2022an de ziyan ji ber wan binpêkirinan dîtine.
Û rapora Emîndarê Giştî bal kişand ser ku binpêkirinên ku raporê belge kirine, leşkerkirina zarokan û bikaranîna wan, kuştin û şêwandin, destdirêjiyên cinsî, dijminkariya li ser dibistan û nexweşxaneyan û revandina zarokan di nav de hebûn.
Û raporê anî ziman ku vekolînê karîbû kuştin û şêwandina 711zarokan belge bike, ji wan 307 hatin kuştin, û 404 jî rastî şêwandinê hatine, ev yek jî dihêle ku Sûriya di rêza çaremîn de be di nav pîstirîn dewletên cîhanê ên ku operasyonên kuştin û şêwandinê lê çûbûne de, piştî Okranya, Eveganistan û Somalê.
Û raporê leşkerkirin û bikaranîna 1696 zarokan li Sûriyê di sala 2022an de tomar kiriye, 1688 ji wan di meydanên şer de bikar hatine, û Sûriya pîstirîn welat bû di cîhanê de di warê leşkerkirin û bikaranîna zarokan de.
Û raporê girtina du zarokan belge kir, yek li ser destê hêzên rijêma Esed bû, yê dî jî li ser destê milîsên PYDe bû, û raporê anî ziman ku bi dawiya sala 2022an re hîn bêhtir ji 600 zarokî di nav wan de biyanî jî hebûn, li bakur-rojhilatê Sûriyê girtî bûn.
Û rapora navnetewî bal kişand ser ku Sûriya di asta çaremîn de hat, piştî Kongo, û Îsraîla dagîrker, Filestîn û Somalê ji aliyê serhejmariya binpêkirinan de, û ya duyemîn piştî Kongo di hejmara zarokên ku ziyan dîtine de hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî