Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dijminkariya leşkerî û kiryarên tawankarî yên ku milîsên PYDe yên terorîst li dijî xelkê devera rojhilatê Ferêt pêk tînin, nemaze operesyonên bombebarankirina tawankarî yên ku bajarokên sivîlan armanc kirine şermezar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku armanca van milîsan ji wan kiryaran ew e derxistina nakokiyên ku dibin sedema pevçûneke navxweyî ya rasterast di navbera pêkhateyên deverê de, û ev yek ziyanê digihîne ewlehî û saxlemiya xelkê, û sûdê dighîne milîsan, ji ber dihêle ku desthilatdariya xwe xurt bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de berdewam kir û got ku milîsên PYDe yên terorist, pirsgirêkên di navbera xwe û hevkarên xwe de wek bihane bikar tîne, ji bo kontrolkirina deverên Dêra Zorê û jinavbirina tevgera şoreşgerî têde, nemaze piştî beşdarbûna xelkê deverê di xwepêşandanên ku piştgiriya tevgera Siwêda li dijî rijêma Esed dikin de, û milîsan heman rêbaza tawankarî ya rijêmê di danûstandina bi xelkên deverê re bikar tîne, di rêya bombebarankirina topxane û mûşekan re.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî ji metirsiya bizavên terorîstî yên milîsên PYDe li deverê da, û haydarî da ji çi pêngavekê ku kontrolkirina milîsan ji deverê re zêdetir bike, ji ber pirojeya wê ya cudaxwazî ya ku bi hevrêziya li gel rêxistinên terorîst birêve dibe, da şiyana milîsan hêzdar bike û binpêkirinên mezin ên ku xelkê bêguneh li rojhilatê Firêt rastiyê tê berdewam bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina rêşûnên vebir li dijî milîsên tirorist ên PYDe li ser binpêkirin û tawanên ku li dijî sivîlan pêk tîne ji civaka navdewletî kir, û hewlên wê yên ku bêserûberiyê çêdikin û ziyanê dighînin ewlehiya deverê û tevna wê ya civakî red dike, û ji dewletên ku piştgiriya van milîsan dikin xwest ku yekser piştgiriya leşkerî û siyasî ji ser wan bibirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî