Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, got ku tevgera sivîl yaku îro roja înê li deverên rizgarkirî çêbûye û xwepêşandanên gelêrî yên mezin, derbirîneke zelal e ku xelkê me hebûna Heyet Tehrîr Elşam li wan deveran bi çi awayî be red dike, û tekez kir ku ev tevgera sivîl giyanê şoreşê ye dijî rijêma Esed û tevaya rêxistinên terorist û diktator li Sûriyê.
Û Hebûş cext kir ku dengê kolanê derbirîneke rasteqîn ji giyanê şoreşê û berdewamiya wê re ye, tevî hemû guhertin û bûyerên ku bi dirêjiya deh salan çêbûne, û dît ku ev nameyeke zelal bû derbarê redkirina çi hebûna Heyet Tehrîr Elşam ya terorîst li deverên rizgarkirî tevlî deverên Idlibê yên ku sivîl lê di bin kontrola desthilatdarên defakto de dijîn.
Û Hebûş bal kişand ser ku Sûriyên îro li tevaya deverên rizgarkirî derketine, nameyekê arasteyî Artêşa Niştimanî dikin, daku dijî tevaya şêweyên diktatoriyê yekrêz be, û kar li ser avakirina saziyên bihêz û rasteqîn li gor pergal û pileyên leşkerî bike, û armanca wê saziyê ew be ku berevaniyê di ber deverên rizgarkirî de bike, û li hember rijêma Esed û rêxistinên terorîst ên xwediyên ajandayên derveyî sînor raweste.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî